carêk fayeq bêkes le suleymanî yaprax...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 6)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  588 Dîtin

carêk fayeq bêkes le suleymanî yaprax exwa, ’ezîz efenî qamîş eçê be serya ełê: fayeq çî exoy? fayeq ełê: boye. ełê: boye me’nay çî? ełê: dwacar pêt ełêm. ke yapraxekey tewaw eka dest be lêw û simêłya dênê ełê: to pirsît ewe çî exoy? min ebê biłêm yaprax. ełêy: beşim bide, ełêm naydem, ełê bo çî? ełêm boye! ke wate her le řêgawe le kurtî bibřêtewe baştir nîye?!