melayek hebû mela ’ebdulbaqî naw bû...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 6)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  577 Dîtin

melayek hebû mela ’ebdulbaqî naw bû, le sine le mizgewtî «daralaḧsan» îcazey ’ilmî le mela ḧemeřeşîdî mudeřs wer girt. ewa lew îcazeyeda hełperkê û ahenge. feqêkan be zor pelî mela ’ibdalbaqîyan girt û wityan acaze hî toye û şadî bo toye, ebê bo pîrozî bêyt yek dû dewr serçopî hełpeřkêke bigrî be destewe. bem core kêşyan kird û birdyan, ewîş destî kird be serçopî kêşan.

mela lutfułłayekî zoncî hebû le îcaze daneke, seyrêkî mela ’ibdulbaqî kird û witî: «şa, şa twaşay ke çarekê nanî bû ewîçî biřya, êsta le xoşya pê ekutî be zewya».