babe şêxî şêx ’umerî balîsan boy gêřamew...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 6)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  1040 Dîtin

babe şêxî şêx ’umerî balîsan boy gêřamewe witî: le serdem ḧeme paşay řewandizda aẍayek le dewruberî «wełaş» hebû, tozê serî le gewreyî exura. le geł eweşa her le jêr qełemřewî paşay koreda bû.

paşa pyawêkî narde serî bo deyek û mekat, aẍake demarî gewreyî destî kird be cûłe cûł le leşya û pyawekey derkird û hîçî nedaye. em aẍaye girdêk le tenîşt qełatekey bû, paşay koreş coge awêk leber qełatekeya bû. kabra çowe û karesatekey bo mîr gêřayewe, mîr têkçû, emca kabra witî:

eger mîr xurte tixub girde
eger mîr ziřawe tixub awe