kabrayek hebû lew sere le naw xełka pêy...
Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 6)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
1 Xulek
763 Dîtin
kabrayek hebû lew sere le naw xełka pêyan ewt «řeşubor», em kabraye ser û sewday legeł segda zor bû, xełk û xwa şityan edaye, her şitêkî dest ekewt eyda be seg, be dirêjayî sał řewe segêkî be dewrewe bû. be şewîş her le naw ewana řojî ekirdewe.
carêk nazanim le ber çî ebê xoy le segekan edzêtewe. tenha dû seg legeł xoy eba le şwênêk da’enîşê û segekan be layewe qiniçke eken. em seganeş yekêkyan řeş ebê û yekêkyan sipî, kabrayekî meřdar bewêda tê epeřê pêy ełê: řeşubor, yekê lem seganem pê nafroşî? ełê: kamyanit ewê? ełê: sipîyeke, ełê: sipyekem le řeşeke xoştir ewê. ełê: dey řeşekem pê bifroşe, ełê: «řeşekem le herdûktan xoştir ewê».