lew deştî dizeyye feqêyek hebû mela bira...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 6)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 2 Xulek  733 Dîtin

lew deştî dizeyye feqêyek hebû «mela biraymî meşhur» yan pê ewt, em mela birayme hem ser û fesałî û hem kirdewe û qisey lewane bû hemu kesêkî ehênaye pêkenîn. emeş her xoy le xoya wa bû, we nebê be ’enqes way bikirdaye.

mela biraym aweł miste’dêkî ebê. suxteke řojêk mela biraym tuře eka, mela biraymîş pêy ełê: «kêrit be qingî mela yeḧyay mamostat! eger mamostaket pyaw buwaye toyş pyaw ebûyt». suxte eçê eme bo mela yeḧyay mamostay egêřêtewe. m

ela yeḧya lem qiseye zor tuře ebê û wekû fîşeke şêt eçê be asmana. kutekêkî ebê hełî’egrê û eçê bo mela biraym. ke egate ber demî mela biraym kutekî lê heł’esuřênê û řûy tê eka û ełê: mela biraym! nełêyt be ḧîzî hatûte serim, ew kuteket çaw lêye? toyş hełse bikewere xot, ya min ser û gwêlakî to enême yek ya to, ya to min le naw ebeyt. îmřo yekêkman ebêt be dest yekêkman bîxoyn, qiseyekî wat nekirduwe şwênekey sařêj bêtewe.

mela biraymîş ełê: ey çon ca şeř key wa ebê? şeř eweye, ke ebê to biçî lewlawe dabnîşî dest bikey be qise kird, minîş dest bikem be qise le hewełewe be nizmî, le paşa be tundî.

emca herdûkman le yek zît bînewe, to dest bikey be cinêw dan. min biłêm: kem gû bixo, to biłêt ewe be kê ełêy kem gû bixiwa? min biłêm bawe ḧîz be to ełêm. emca to řast bîtewe, minîş hestime ser pê, to hengawêk bêyte pêşewe. min qołim hełkem, to tûřetir bîyt hengawêkî tir bibêyte pêşewe emca minîş bêm baweş bikeyn be yeka, le min zîl û le to bem. dest le dest û qewet le xwa. ta yekêkman ekewîne tûnî babe ’emrewe. bira şeř awa ebê. key bew core ebê, ke to boy hatûyt?

ke mela biraym emane ełêt, mela yeḧya cwan û puxt xaw ebêtewe û dest eka be pêkenîn û egeřêtewe dwawe.