jinêk hebû le naw baxêka legeł mêrdekeya...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 6)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  660 Dîtin

jinêk hebû le naw baxêka legeł mêrdekeya pêkewe nustibûn, jine dostêkî hebû hat bo lay û le pałya řakşa, jine pêy wit: heste îş bike mêrdekem xewî girane, agay lê nabê. kabray dost witî: etirsim. jineke destî bird û mûyekî le qingî mêrdekey hełkend û daye dest kabra û witî: heste îş bike çawit lêye xewî çend girane? ew muwem łê hełkend xeberî nebowe! kabray doste her witî: etirsim. jine mûyekî tirî hełkend, mêrde her xeberî nebowe, bełam kabra her neywêra. xolase jineke mûyek û dû sê û de û bîst mûy le qingî mêrdekey hełkend kabra her neywêra. le axra mêrdeke xeberî bowe û gwêy le giftugoyan bû witî: be kabra: «heste segbab îş bike eger to wa bikey em qeḧbey makere ta beyanî mûyek be qingî minewe nayełêt».