kabrayek geługûnî agirî girtibû le...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 6)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  809 Dîtin

kabrayek geługûnî «agir»y girtibû. le kirmaşan eçête lay duktorêk bo dermankirdinî. duktor maweyekî zor legeł kabrada xerîk bû, şiştî, dermanî kird û pêçay, emca kabra destî bird çwar qiřanî le ber dema dana. duktor tuře bû witî: «kawra! to hîç şerim nakey? min ye se’at we tek kêr tu wazî kirdim çwar qiřan we pêm edey? to bew çarek se’atî we kêr min wazî ke min bîst qeran we pît edem»