biła firmêskî xwênîn bo neřêjê bîlbîley çawim

Li pirtûka:
Dîwanî Bêxud
Berhema:
Bêxud (1879-1955)
 1 Xulek  559 Dîtin
biła firmêskî xwênîn bo neřêjê bîlbîley çawim
be ḧerfî nałe bo nepjê zimanî lał û gîrawim
nemamî ’eyşekem nêjra, xefet gopke û çiroy der kird
serapa terzî ẍem ałaye gyanî hełkiřûzawim
desa ey mîrza mehdîNava taybety zeman, ey kaşîy nadir
ke bo nadîde xettatêkî çeşnî êwe damawim
le kêlî qebrekey te’rîxî koçî kake «îbrahîm»
binûsin: «şêx biraym řo» be xwênawî geşî çawim