mela eḧmedêkî ḧafiz hebû le çwarta gêřa...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 6)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  698 Dîtin

mela eḧmedêkî ḧafiz hebû le çwarta gêřayewe witî:

çûbûm bo ew ałane bo şitêk bênmewe bo mindałekanim bîxon, lewê le małêk danîştibûm kabray xawen mał be jinekey xoy wit, a kiçê heste şitêk bide bew ḧafze. kabra - bilamanî - kêrî nemabû pişî xwardibûy. jinekey be gwêy ne’ekird, le ber eme zor tuře bû, çunke her çende em qisey ekird jine wekû gwêzî bo bijmêrin wabû. naçar kabra xoy hesta bêçwêkî hełgirt û xistîye destimewe û destî pê nuqanim û witî:«de biço wekû çiłkî sey pêt ḧeram bê».