leserdemî xoya karwan be qafłe bû cûl...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 6)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 2 Xulek  660 Dîtin

leserdemî xoya karwan be qafłe bû. cûlekeyekî bazgan hebû musłiman bûbû, emca ḧecêkîşî kirdibû, bû bûw be pyawêkî tewaw. řojêk barxanebar eka û eçê bo tewrêz. lew deştî mergeweředa tûşî kuře keçełêk ebê kełeşêrêkî ałtûnî pê ebê. diłî le kełeşêreke eçê û ełê eme bo ser barxanekem şitêkî zor başew bemewe ewendeytir naw der’ekem. lêy epirsê nayfiroşî? kuře keçeł ełê: bełê. ełê beçend? ełê: eydem be ganêk. ḧacî cuwe ełê kuřekeçeł pyawî çak be eme qiseye to eykey? keçełe ełê: her eweye. ḧacî cuwe neytiwanî kełeşêr le diłî xoy derka witî êste lem deşteda kê pêy ezanê daneyekî edemê û kełeşêrekey le dest derdênim. ełê: başe, biłêm çî kuřekeçeł were ba biçêne ew qerax řêgeyewe. kuře keçeł çû û pêwenîşt, bełam her lê nebuwewe. cuwe witî: kuře keçeł xêrake çît kird? xełkuxwaman beseradêt ḧeyaman eçê. kuřekeçeł witî: «cenab ḧacî cuwe xeyałe kirdûte! min îmřo têm xistuwe sibeynê exûsê dû sibey awim dêtewe, sê sibey derî dênim». cuwe witî kuřekeçełe wazim lê bêne ganî xotit kird û biřo kełeşêrî tom nawê.