feqêyekî mûsłî hatbuwe suleymanî le xan...
feqêyekî mûsłî hatbuwe suleymanî le xaneqay ḧacî şêx emîn damezrabû. eçête lay şêx babe ’elî tekyeyî bo derz xwêndin, em feqêye kurdî hîç ne’ezanî. be şêx baba ’elî ełê be ’erebî: qurban min hîç kurdî naznim ke qisem le geł eken zor pêm şerme nazanim cwabyan bidemewe, çend şitêk fêr ke her ewende bitwanim çak û çonyan legeł bikem be taybetî melakan her zor pêm şerme nazanim qiseyan legeł bikem. ewîş ełê: başe kuřim, sibeynê cum’eye û xełk hemû eçin bo mizgewtî gewre bo nwêjî cum’e, to biço leber dergake her kes ke hat û xot arezût kird qisey legeł bikey pêy biłî: «merḧeba zegułe be gûn» îtir eme şwênî hemû şit egrêtewe. feqê be puxtî eme řewan eka û sibeynê eçête ber qapî mizgewtî gewre.
pêş hemû melayek sey ’ezîzî xetîb dêt pêy ełê: merḧeba zingułe be gûn. ew emey be lawe zor seyr ebê. be şwên ewda mela ḧiseynî pîskendî dêt bewîş her wa ełêt, paşan mela ’ezîzî miftî. bew core pya eřwa her kes dêt pêy ełêt: merḧeba zengułe be gûn, emane hemû sersam emênin lem qiseye û le beynî yeka ekewne qisekirdin, mela ’ezîz ełê: bibê û nebê eme îşî baba ’elîye. le axra feqê tê egeyenin ke eme çakuçonî nîye û eme şitêkî seyre. feqîm feqê her dêtewe û şit û mekekanî epêçêtewe û suleymanî be cê dêłî, ełê: eme mela çakekeyan bê, ey xełkekey tir çon bin? ta neyangawim ba boy derbiçim.