kabrayekî xełkî suleymanî be çerçîyetî...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 6)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 3 Xulek  698 Dîtin

kabrayekî xełkî suleymanî be çerçîyetî sałêk eçê bo ew wiłatî mukiryane, bargîrêkî pê ebê û le řêgeda řûtî ekenewe û bargîrekey lê estênin, heł’estê eçê bo lay ḧacî êlxanî dêbûkirî şikat bikat, ebêt ke wa hemû ře’îs ’eşîretekanî awayî dêbûkirî û «feyzuła begî» le awayî «merxos» kobûnetewe, ełê çak waye biçme ewê û lewê le ber çawî aẍakanewe be ḧacî îlxanî biłêm bełku le ber ewan ew zû bom bistênêtewe. ke eřwa temaşa eka wa ḧacî paşaxanî feyzułabegî be hemû begzadey feyzułabegyewe û ḧacî êlxanî be hemû begzadey dêbuwkiryewe, hemû lewê ko bûnetewe, eçête dîwexanewe û be ḧacî êlxanî ełê: aẍa pyawêkî hejar û kasbim, bargîrêkim hebû lêyan sendûm, êsta hatûmete xizmetî cenabit bo bisênêtewe. ewîş ełê: kabra wa dyare to xełkî suleymanît? ełê: bełê qurban.

ḧacî êlxanîş wekû pyawêkî gewre bû, pyawêkî qise xoş edîbîş bû, řû’ekate kabra ełê: ey destî ew kese xoş bê ke bargîrêkey lê sendûy ewe heqî minî lê kirdiwîtewe. kabra nawkî ekewê ełê bo çî qurban? ełê: ew sałe le şeřekey ’erizda ême pertewaze bibûyn, řêman kewtibuwe suleymanî, ewa řojêk seyr ekem hetîwêkî sîsełe tancye geřêkî pet kirduwe be naw bazara eřwa û diřn be xełkeke eda û ełê: laçin, laçin, bargekey ḧacî êlxanî hatote lam. waye ew hetîweş to bûyt. kabra ełê: qurban be serî to min nebûm. ełê eger twîş nebûbît xo xełkî suleymanî bû. ełê: êsta emey pê nawê min êstirêkit edemê, bełam cinêwêkî suleymanyane bide be ḧacî paşa. ewa ḧacî paşaxanîş danîştuwe, ḧacî paşaxanîş ełê: neweła kabra min dû êstirit edemê ew cinêwe suleymanyane bide be ḧacî êlxanî. ewan le beynî xoyana ekewne qise, em ełî cinêw bew bide ewîş ełî: ne, cinêw bew bide, kabraş ełê: ca qurban ewey pê nawê, bê edebye bo min qise bikem, bełam kêrî herdûktan be nobe be nawkim û awî wesłekeştan le ser xom be lulêney goştên etandemê. ḧacî û ewan qaqa dest eken be pêkenîn û her sê êstirekeşî edenê.