kabrayekî zaxe yî hebû řojgar pałî pê...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 6)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  695 Dîtin

kabrayekî «zaxe» yî hebû řojgar pałî pêwe na bû legeł jinekeya řêyan ekewête ew bazyane, hemewentûşyan ebin řûtyan ekenewe, jineke cwankele ebê yekê le řêgrekan pelî jinekey egrêt û eybate kenarêkewe bo ewey îşî xirapî le geła bika mêrdekey berengarî ebê û nayełê, kabray řêgir qonaẍe tifengêk emałî be şanî kabrada û pekî exa û swarî jinekey ebê, kabra le goşey çawêkewe seyr eka ta kabra kutêk eda be jinekewe, jine çwar kut eda be kabrawe! paş îşî xêr kabray řêgir eřwa û berełayan eka. emca mêrde be jinekey ełê: ewa îş bû be zoremlê, min şanim şikawe û hîçim pê nakirê, toyş afretî û be zor swarit bûn, emanem hemû qebûłe, bełam boç ta kabra kutêkî eda be towe to çwar kutit eda bewewe? dyare pêt xoş buwe?! emca be bê řeḧmane jineke da egrê.