lew sere le dêy kesnezan pyawêk hebû...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 6)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 2 Xulek  659 Dîtin

lew sere le dêy «kesnezan» pyawêk hebû «kewe»y naw bû, çerçîyetî ekird, xwa ḧeqe be pyawêkî be desełatîş naw ebra. jinêkî cwankeley hebû, eyanut em jine dostî heye, qiseke ber gwê «kewe» kewtibow, kewe wîstî be tewawî tê biga. řojêk be jinekey wit afret ełên gwêzî hindistanyan hênawete şar, ew gwêzeş lêre parey çak eka, twêşûm bo řêk xe ba biçim hendêkî lê bênim řeng bê çend řojêkîş leber ewe dwa bikewm. jine twêşwî bo řêk xist û kewe lêy da řoyşit, neçû bo şar, xoy xiłafand ta şew besera hat geřayewe bo małewe çuwe ser ban le ser kiławřojneke seyrî xwarewey kird, temaşay kird ewa jinekey legeł zelamêka beranber be yek danîştûn qisey xoş xoş eken. tumes ewe dostekeye hatuwe, jine le beranber dostekeyewe danîştuwe û destî xistote ser dwabřawekey xoy û ełê:

meslî mesan emese
safî ber hesan emese
pêşokî keyfan emese
kułmey ber desan emese!

dostekeş řûy kirdote ew, ewîş destî xistote ser ḧeytekey xoy ełê:

teřkî ser destan emese
biřkî naw bêstan emese
sûrey hewasan emese
nawkî naw basan emese

pyawekeş ke le serewe bû gwêy lem qisane bû ewîş hate ziman witî:

gwêzî hindistan emese
gurzî ser gurzan emese
kewey kesnezan emese
dengî serberzan emese!

emca hate xwarewe û herdûkyanî dapaçî.