gelê şitî wa heye zanyarî daway eka ke...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 6)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 2 Xulek  723 Dîtin

gelê şitî wa heye zanyarî daway eka, ke pyaw byanzanê, ew şitaneş ba aşnayetî tewawyan be kelepûrî kurdewe nebê, bełam bo zanîn başe, yekê lew şitane ew paye û derecaneye, ke le naw ’alemî gawrîda heye. min be lamewe hemû wext zanîn le nezanîn baştire, ew derecaneş emanen ke le ’alemî ayînî gawrîda hen û heşt derecen:

«şimas» ew wişe suryalîye, payekey le xwar «qisîs» eweye, me’nay xadim û micewere.

«qisîs» emeş her suryalîye, be me’nay pyawî pîre, bełam nek her pîrî řût, bełku mebest eweye ke pyawêkî pîrî mubarekî dînî û xizmetî kar û barî kilêse eka. derecekey le nêwanî «şimas» û «asqif» daye.

-«asqif» derece dînîyekey le jûrî «qisîs» û xwarî «metran» eweye.

-«metran» eme le barî ayînî gawrîda serokî kiłêseye, eme le jûr «asqif» û le xwarî «bitrîk» eweye em wişey «metran»e le wişeyey «mîtrîbulîs»y yonanyewe wer gêřawe, me’nakey ye’nî şarî esłî û şarî binaẍeyî, kursî metranîş be ’adetî le şarda ebê.

-«caslîq» ew asqifey ke le hemû asqifeye le naw pêşkewtûtre, em wişeyeş dîsan yonanîye.

-«bitrîk» eme serokî hemûy serokekanî asqifeye le nawçeyekî taybetîda, ya tayefeyek le tayefekanî gawrîda. «girdênał» emeş her latînîye, wate piley here berzî kiłêse.

«kirdênal» emeş her latînîye, waye piley here berzî kilêse

-«papa» latînîye, be me’nay payey here berzî ’alemî gawrî û lewe beriztir îtir nîye. papa cênşînî «qidîs bitirs»e.