mîrî botan carêk le řaw ebê le geł...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 6)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 3 Xulek  832 Dîtin

mîrî botan carêk le řaw ebê, le geł swarekana peřagende ebê û be taqe sware ekewêtewe şîwêkewe lewêda tûşî ker swarêkî řîşsipî kenifit ebê, pêy bemlawbewlay kerekeya şoř kirdiwetewe, kerekeş ewende biçûke lewaneye xałey řîşsipî pêy bigate zewî, serî tekey dê û eřwa, sebîle şikawêkîşî be demeweye her nefesî lê eda, le ber dûkełî sebîleke muwe sipîyekanî simêłî hemu zerd hełgeřawin. mîr lêy epirsê xałey řîşsipî bo kwê eçî? ewîş nazanê eme mîre, ełê eçim bo lay mîr, bełku şitêkim bidatê bîbemewe bo mał û mindałim. mîr ełê ca be çîda ezanî etdatê? ełî: kure be hemû kesî dawe be minîş her eda, qabîle le ’astî min bibê be candirme!

mîr seyr eka eme pyawêkî xoşe pêy ełê: mał wêran! mîr, her kesî ber çawî kewê bac û seraney lê estênê, êsta to çon daway şitî lê ekey? kabra ełê: ca min çîm heye ta ew lêm bistênê? mîr ełê: axir qiseye û eyken, ba to nezanî mîr şitêke, dengî dehuł le dûrewe xoşe, ełê eger min bizanim hîçit nadatê û lewaneye bacîşt lê bistênê! kabra ełê: min eçim ew wextey ke zanîm waye min şit edem bew. mîr ełê: çî edeytê? ełê: çwar pelî kerekem enêm le quzî daykî! le ser eme lêk cya bûnewe.

mîr çowe û geyştewe be swarekanî xoy. řawyan tewaw kird û geřayewe. xałey řîşsipî ewîş wirde wirde řoyşit û geyşte ber koşkî mîr, dabezî le karekey, kerî bestewe û çuwe jûrewe lay mîr, mîr pêştir řayspardû ke eger yekêkî wa hat řêgay lê negirin. xałey řîşsipî hate jûrewe, lew dîwexane û karubare her wa serî suřma, qet şitî way nedîbû, seyrî mîrî kird lew serewe danîştuwe nasyewe ke eme pyawekeye wa le şîwekeyda qisekanî legeł kird, dîwexanîş piře. mîr lêy pirsî ha! xałey řîşsipî çît ewî! witî: cenabî mîr! mał û mindał hîçyan nîye, hatûm bo ewe şitêkim bideytê boyan berim. mîr witî: ca kê lêre şitî dest ekewê, her kes bête em şwêne ebê şitî lê bisenrê, xałey řîşsipî witî: cenabî mîr! minîş çwar pelê kerekem ḧazre wa le dereweye! mîr destî kirdewe be pêkenîn û dastanekey bo danîşuwekan gêřayewe, paşan emrî kird xełatêkî zor zoryan da be xałey řîşsipî. xałey řîşsipî witî: emane hemû bo xom? mîr witî: bełê xałe. witî: be çwar pełî kerekeşmewe? mîr dîsan destî kirdewe be pêkenîn û witî: bewîşewe witî: hêzeye řonîşî bidenê babe lusî biřwa!