le wextî xoya tufîq wehbî kořêkî dirust...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 6)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  947 Dîtin

le wextî xoya tufîq wehbî kořêkî dirust kirdibû le beẍda dersî kurdî bew kesane ewt, ke kurdî nazanin. yekê lew kesane ’ebu limecdî nawêk bû ke pêyan ewt «abukmal». em abu kimale mudîrî medrese û ’erebîyekî başî ezanî, le abûney da’îmî bû bo lay tewfîq wehbî, le heman kata hatuçoy dukanekey westa beşîrîşî ekird. le hemû ew mawe dûr û dirêjey lay tewfîq wehbîda çend wişeyekî weku: bo pêşewe, tiraza, ewndey tir, tirozî, gopke. bełam eyanîwit eyut:«bû pîşewe, tiř aza, ewendeytiř, tiř’ozî, gûbke» legeł emaneşa hendê le ’erebîyekey xoyşî le bîr çûbuwewe! řojêk bemcore kurdîye legeł westa beşîra qisey ekird. westa beşîr le wizeya nema witî: ebu kimal! heste biçore lay wehbî beg biłê wehbî beg ewe kurdîyeket û ’erebîyekey xom biderewe!