melayek hebû mela ḧesenî xîndyan pêy...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 6)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  708 Dîtin

melayek hebû mela ḧesenî xîndyan pêy ewt, hate lam witî: gwêm zor giran buwe be zeḧmet gwêm le şit ebê, gwê giran bûnekem qeynaka, bełam ewem zor pê naxoşe xełk pêm ełên em le ber pîrye legeł eweda wa nîye, çunke zor kesî tir heye le min pîrtire ke çî giwêyş hîç giran nebuwe, etirsim em qisey ewane kar bikate ser firmanekem û ber teqawîtim xen! minîş pêm wit: gwê mederê, gwêt le hemû şit bibê tenha ew qiseye nebê ke pêt ełên le ber gwêt way lê hatwe! witî: başe xwa dewamit bidat!