dû kabray hawřê qiseyan kirdibû be yek...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 6)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  856 Dîtin

dû kabray hawřê qiseyan kirdibû be yek, ke çûne her şwênêk yekêkyan diro bika û ewey keyan pîney bika, emeyan kirdibû be sermayey jyan û beřêweçûnyan řojêk le dîwexanêka danîştibûn dirozneke witî: erê kuřîne! min îmřo gwêm lê bû segêk le asmanewe eyqurand nemzanî çî bû? ewî keşyan witî: çi qeydî heye! bełku tûtełe seg bûbêt û qeleřeş birdibêtî be asmana! ke le dîwexaneke hatne derewe pînekereke be diroznekey wit: mał kawil! to diroy ’erz bike, hî ’asmanim bo pîne nakirê.