şêx ’ezîz boy gêřamewe witî sałêk mafete...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 6)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  723 Dîtin

şêx ’ezîz boy gêřamewe witî: sałêk mafeteyek le ’êraq kewtibuwewe, baw bawî «bijî bijî» û «çepłe» bû, xełk eyanda le çepłe û eyanut:«bijî gel řołey gel, ’ibdiwalkerîm qasim» bem hoyewe karubarî ’êraq be tewawî têkçûbû, dû pyawî perpûtî hejar hebûn le hewlêr yekêkyan nawî «pîrdawid» ewî keyan «marfe şel» yiłn pê ewt. emane le wiłatî hewlêr bibûn be pêşřewî ’alemeke! řoj bibû be řojî ewan. desteyekî tir ke ew řojane cewrî lê kirdibûn, emeyan bo pîr dawid û marfe şel hełbestibû, eyanut:

bijî gel, řołey gel
pîrdawid û marfe şel.