kabrayek hebû le sey sadiq dom bû jinêk...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 6)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  631 Dîtin

kabrayek hebû le sey sadiq dom bû, jinêkî hebû her care ke lêy tuře ebû bew hemaneyey ke şwênî şitumekî bû destî ekird be lêdanî, jine zîřey eçû be asmana û her hawarî ekird, wekû terze firmêsk aw be çawya ehate xwarewe, xełk û xwa eçûn be serya û destyan ekird be lome kirdinî jineke û eyanut: kiçê xwa bitgirê! hemaneyekî boş û xałî çîye wa to ewende le berî ekewîte hawar hawarewe! ewîş eyut: kuře! min miştûy naw hemaneke kuştûmî! tumes eme kabra miştuwekey exsite naw hemanekewe, bewe lêy eda, le xełkîş waye eme hemaneyekî boşe, bełam her jineke derdî ezanî û eyzanî çî tyaye?!