kabrayekî sercuqey kirindî be małewe be...
kabrayekî «sercuqey kirindî» be małewe be hoy firmanî mîryewe ekewête «kerîmawa»y seqiz û çend sałêk lewê emênêtewe, dost û nasraw peyda eka, kabrayekî bergidûrîş le kerîmawa hebû nawî «teqî» bû. teqî legeł xanmî sercuqeda destyan têkeław kirdibû. řojêk ser cuqe witî: «xanim! sercuqyekî wiłatî xoman hatuwe, emewê be nawî ewewe bangêştinêk bikem û çend kesêk le dost û nasrawekanî kerîmawaş bang bikem, le ber ewe nanêkî baş dirust bike». xanim witî: bełê başe, bełam teqî bergidrwîş her dostimane ewîş bang ke, sercuqe witî: bełê.
xanim nanêkî puxtî dirustikird û sifre řaxra, sercuqey mîwan û mîwanekanî tir û teqî xeyat hemû nanyan xward, paş nanxiward teqî xeyat xoy dizyewe û çû legeł xanmida destî kird be bezim û aheng. sercuqey mêrdî xanim hestî kird, hesta çû be şwênya, ke seyrî kird wekû çon le diłî xoya witbûy, wabû, pelamarî teqî bergidrwî da ke bîgrê, hîç şwênêkî tirî nehat be destewe tenha de’bakey nebê, ewîş leber ewe teř û lus bû boy negîra. teqî řaykird û ser cuqe be şwênya ta geyîşte ber dergay ḧewşe her boy negîra, naçar le ber ’eybe geřayewe, ke geřayewe seyr eka xanim nawçawî dawe be yeka û qisey le geła naka. emca witî:«xanim! min çi nafermanêkim kirduwe wa bew core bê lutfît le gełma? wekû fermût teqî xeyatim bang kird, nanî çewr û qełewm daye bo ewey behêz bêt, cenabîşt legełî dirûst bwît, min gurzekeym be destî xom pak kirdewe, le xizmetya çûm beřêm kird ta ber dergay ḧewşe, eger suçêkim heye fermû bîłê ta neyhêłim, eger xizmetêkî tirit mawe bifermû ta be encamî bigeyenim; egîna em bê lutfîte bo çî?»