carêk kuře dewłemendêkî aqał le beẍda...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 6)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  635 Dîtin

carêk kuře dewłemendêkî aqał le beẍda şewêk eçête małêk bo îşî naşîrîn. ser xoş ebê le małeke pênsed qeranî le baxeła ebê lêy edzin. ke dêtewe xizmetkarêkî le geła bû řûy tê eka ełê: ew řeḧman to ezanî kîse parekem pênc sed qeranî tya bû lêyan dizîwim? ew řeḧmanîş ełê: ewa eçim be şeq lêyan estênmewe.

ew řeḧman egate lay qapî û bangî eka ełê: were were qey naka ḧeqî xomim senduwe, ew řeḧman ełê çon? aẍa dest eka be gîrfanya şaneyek û qałbê sabûn û lifkeyek der ehênê ełê minîş emanem lewan dizîwe. ew řeḧman ełê: aẍe ca ewe çîyye? ełê: bê ’eqił çilon ewe çîye? beyanî ke bicin bo ḧemam çilon xoyan eşon? be carê pekyan ekewê.