mela meḧmûdî ḧacî mela řesûł gêřayewe...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 6)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  658 Dîtin

mela meḧmûdî ḧacî mela řesûł gêřayewe witî:

mela ḧememînî dêlêjeyî pyawêkî êcgar le xwa tirs û bedîn bû, hawřêkanî hełî exełetênin, ke diłî biçê leşêx nûrî şêx sałḧ, ewêş be zor wa ezanê ke diłî lê çuwe bew fêłe tezbîḧêkî ebê lêy estênin û eyden be şêx nûrî. le paş sê çwar řoj, çunke îşeke bê binaẍe bû seyr eka dił lêçûnekey nema. eçê milî hawřêkanî egrê ełê: «wełła dił lê çûnekem nema tezbêḧekem bo lê bisênnewe».

hawřêkanîşî lew serdema şêx nûrî babe ’elî, şêx selamî ’azebanî û mela eḧmedî ḧacî mela řesûł bûn.