îngilîzekan taze hatbûne ’îraqewe řojê...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 6)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 2 Xulek  779 Dîtin

îngilîzekan taze hatbûne ’îraqewe, řojêk îngilîzêk le kerkûk eçête bazař, egeřê be şwên lastîkî kêrda, eçête her dûkanêk le şitî wa epirsê kes lêy tê naga; be taybetî ew serdeme kurd le şitî way her ney’ezanî. pyawêkî xełkî ew naw «şwan»e hebû řeḧîmî naw bû, dukanîkî ’etarî başî le kerkûk danabû, kabray îngilîz eçête ser dûkanekey ew lew şite epirsê, ne řeḧîm îngilîzî ezanî ne îngilîzekeş kurdî ezanê.

kabray îngilîz her çende be îşarewe û be dest legel řeḧîmda xerîk ebê řeḧîm hîçî lêy tê naga, le encamda kabray îngilîz dest eba newtêkî pênc řupyey derdînê le berdemî řeḧîmda daydenê, enca dest eba benexwênekey xoyşî ekatewe û kêrî derdênê û be îşare, îşare eka lastîkim bo eme ewê. řeḧîmîş her le binaẍeda em core şitaney nebîstuwe ta le îşarey kabra têbga, bełku wa ezanê em kabraye pêy were girew bikeyn le ser pênc řupye bizanîn kêrî kamman ziltire.

ewîş dest eba benexwênekey xoy ekatewe û kêrî xoy derdênê. hî kabra epêwê hî xoyşî epêwê, hînekey em dû pencey zyatir ebê le hî kabray îngilîz, îtir be bê qise dest eba pênc řupyeke hel’egrê û eyxate baxełî û benexwênekey ebestêtewe. kabray îngilîz waqî wiř emênê hîçî tirî bo namênêtewe tenha ewe nebê milî řê egrê û eřwa.