jinêk hebû lew sere dû kiçî serey hebû...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 6)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  794 Dîtin

jinêk hebû lew sere dû kiçî serey hebû. gewrekeyanî da be şû, le paş ḧefteyek çû bo lay û ḧał û hewałî lê pirsî ke mêrdekey legełya çone? le paşa lyê pirsî ey le îşkirdina çone? witî: be xwa daye kêrêkî way pêwe nîye, naşukirî nebê her ewey ke le hîc çaktire. daykîşî witî: «of řołe daykit bimrê, ewe mîratî daykite bot mawetewe, daykîşt legeł bawkî řeḧmetîta her wabê beş bû».

le paş beynêk kiçekey tirîşî da be şû û çû bo serdanî. lêy pirsî: mêrdeket le îşkirdina çone? ewîş witî: daye piřî ekatewe û hêşta çwar penceşî her emînêtewe. daykîşî witî: «oy řołe! xozya daykîşt lew xêru bêre beşêkî tê kewtaye».