kabrayekî kurd hebû nawbangî kêr zilî...
kabrayekî kurd hebû nawbangî kêr zilî derkirdibû, sê çwar jinî hênabû hemûyan le destî hełhatbûn. bêwejnêk em ḧekayete ebîstêt û eçê mêrdî pê eka. şewê kabra eçête lay û xerîk ebê geme û gałtey le geł eka. lew kateda bêwejneke destî ekewête ser kiławey ejnoy kabra û destêkî pya dênêt û ełê: «eme bû kêr zilekey to? naşukirî nebê eger negbetî nebê ca eme çîye?»
kabra, ke eme ebîstê her xêra řast ebêtewe derpêkey eda be şanya û der eçê.
kabrayekî yaba carêk eçête dêyek lêy epirsin: nawit cîye? ełî: ebu casim. ke da’enîşê derpêy le pêyda nabê, temaşa eken kêrî be qed kêrî kerêke. yekê le xełkeke ełê: ay małit be quř gîrê ebû casim kêrî çend zile. ebu casim le cwabda ełî: «yabe wełła emin çak, emma yek bira heye naw ebu sałḧ, ew ḧał xirap leber ewe kêr zor zile, natwan le mał derçê».