le dê şeşo nêrekerêk hebû nawbangî...
Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 6)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
1 Xulek
1342 Dîtin
le dê «şeşo» nêrekerêk hebû nawbangî derkird bû bo řesenî, xełk le hemû layekewe makeryan ebird lêyan çak ekird, ḧeqî peřînekeş sê mecîdî bû eyanda be xawenî nêrekereke, em nêrekereş hî afretêk bû nawî ame bû, le cwanî û naskî le hemû «sîwesîl» da nawî derkirdibû.
řojîk kabrayekî ew ber kêwe makerêk eba le nêrekerekey çak ka. xawenî maker ke çawî be ame ekewê diłî kurkey lêwe dêt û lew kateda nêrekereke epeřête ser makereke, eyewê dergay qise le geł ameda bikatewe ełê: ewe bo çî eger yekê byewê makerî xoy le nêrekerî yekêk çak bika ebê sê mecîdî bida. ke çî eger ew kese byewê biçê be lay afretêkewe ebê şeş mecîdî bida?
ame hest eka ke kabra le kwêwe qise eka ełê: «to kêrêkî wa bo min bêne min dwanze mecîdît edemê».