yekêk witî demî sał bû diłim çû bû le...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 6)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 2 Xulek  759 Dîtin

witî: «demê‌ sał bû diłim çûbû le eḧmedî ḧacî. eḧmed, meger her min bizanim çi kuřêkî şoxuşeng bû. le şanze sałanîda etut mangî çwardeye. řeşî çaw û biroy, sûrîy sergona xiřekey, barîkîy lêw û lûtekey; emane hemû legeł ew leşulareyda ke etut befrî yekşeweye û xwênî diłî minî besera řijawe; şořşêkyan xistibuwe diłmewe. neşmi’ewêra bîdirkênim, emut newek lêm zîz bibê.

řojêkyan demedemî êware bû, çûme ḧemamî ḧacî ’elî le suleymanî. ke çûme jûrewe temaşam kird wa eḧmed be řûtîwqûtî lewê xoy eşwa; ḧemamîş kesî tirî têda nîye. ke eḧmedim bew core çaw pêkewt ḧepesam û destim kird be bîrkirdinewe bo ewey qiseyek bidozmewe û legełî bikem, herçendim kird hîçim le bîr nema. kitupiř bebê ewey agam le xom bê witim: «erê eḧmed gyan êste nwêjekanit ekey?» witî: «bełê.»

ke em qiseyem kird û ew wełamem gwê lê bû, çemołeyekim na le xom. hestam bebê ewe xom bişom le ḧemameke hatme derewe îtir nazanim eḧmed çî lê hat? ke hatme derewe be xomim wit: «dek quřim da be demta bo xot û bo qiset». lew wextewe le daxî ew qiseye her cîngił edem.