taqîkirawekanî kurdî
Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 5)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
12 Xulek
1429 Dîtin
- ełên eger meř tûşî «pizu»(peta) bû linge kiłaşêk bikene milî le kołî ekewê.
- ełên eger mindałê tûşî «bajîle» bû bênin zirawî ga -awe tałekey- legeł «şewbar» (sibir) pêkewe têkeław ken û bîsûn beser sing û musłidanya bajîlekey le koł ekewê.
- ełên eger mindałê korpe ke ber çawezar û nefes kewt, le wextî zerdepeřî xorawa, «qang» bixene ser agir, minałeke û daykî minałeke xoyanî pya bigirin nefesî çawezareke namênê.
- ełîn eger mindałî korpe pencegewrey pêy xoy bird be dema û mijî, ewe kuř be şwên xoya dênêt
- ełên afretî sikpiř eger tozê zyad řeşke (syawłe) bixiwat berekey exa.
- ełên eger peřî sîsarke keçełe (řixme) le her małêka bisûtênin, her ciřucanewerêkî zyandar lew małeda hebê hemû hełdên.
- ełên eger řîqney sîsarke keçełe le jêr afretî sikpiřda bisûtênin berekey exa.
- ełên eger yekê nînokî dest û pêy pêkewe bika daykî û bawkî pêkewe emirin.
- ełên eger pyaz le mała biřwênrê, bedîwme û ew małe wêran ebê.
- ełên serî zil û gwêy biçûk nîşaney jîrî û zîrekîye, serî biçûk û zor gwêy zilîş nîşaney bê eqłî û nezanîne.
- ełên eger jinî sikpiř binêşt bicwê, le paşa ew minałe zor kat gwêçkey jan eka.
- ełên jinî sikpiř eger goştî ga bixiwa le paşa minałekey tûşî bajîle ebê.
- ełên eger cûckî taze le hêlke derçû le denûkewe hełîbgirê, eger cûłayewe ewe kełeşêre, eger necûłayewe ewe mirîşke.
- ełên afretî sikpiř ke diłekze bîgrê ewe minałekey tûke serî heye.
- ełên minałê jêr pêy bixurênî wirgin ebê.
- ełên gułî hêro û nawke behê pêkewe bikułêndirên û bikirên be ça û pyaw bîxwatewe bo hełamet başe.
- ełên eger minał çuwe tewsewe, bênin lew kateda ke tewseke eybatewe, tozê le cilekanî berî le ’astî naw mortixey piştyewe be miqest hełênin, bîsûtênin le layewe, emca bizmarêkîş lew ’asteda -wate ew şwêne ke pîranekey tya kirawe- bikutin be erza, tewsekey le koł ekewê.
- ełên be hawîn nînok zortir dê ta zistan.
- ełên minał ke xetene ekirê ew zyade pêstey ke eybiřn, hełîgirin be petêkewe wişk ebêtewe her wext ew minałe ya minałêkî tir be «bon» kewt, bênin zyade pêsteke bixene naw aw û hełîfleqênin, ser û mêşkî minałeke bişon û milajwî hełbidenewe, bełam penceke bew awe teř bikirê, bonekey le koł ekewê.
- ełên yekê mîz we ya aw be pişîlewe ya seg bika, balûk der’eka
- ełên her kese zerdewałeyek bikujê xurmayekî le beheşta edrêtê.
- ełên le katî nûsîna eger qełem ser û bin hate destewe, ewe pare dête dest ew kese.
- ełên awî řêwas legeł ardî co têkeł bikirê ew kesey ke zîpke we ya sûrebay heye, leşî xoy pê bihenûy çak ebêtewe.
- ełên awî řêwas bo «weba», «janeser», «zerdûy» û «fişar xwên» başe.
- elên xwardinî řêwas bo behêzbûnî dił û ciger başe.
- ełên qariçk zor xwardin ebête hoy nexoşî kołinc û wirg û nehêştinî towî mindał (qiti’ alinsilErebî)
- ełên jinî sikpiř ke marî çaw pê kewt minałeke le paşa her ziman derdênê.
- ełên eger yekê tûşî zeḧîrî bû, sê řoj xoy bigrête birincî řon-kem xwardin, ye’nî qubûłî řon, çak ebêtewe.
- ełên hewîr ke peřî, ewe mîwan dêt.
- ełên tifengêk ke hezar nêçîrî kuştibêt îtir nêçîr le berî řa naka û xoy eda be destewe boy.
- ełên yekê seyrî ew kese bika ke hełwasrawe -wate dirawete dar- kem fîkir ebê.
- ełên yekê espê be zîndiwêtî fiřê bida, şitî zû le fîkir eçêtewe.
- ełên eger mişk le şitêkî xward we ya xwardewe, eger yekêk lew şite bixiwatewe kem fîkir ebê.
- ełên xwardinî sêwî tirş kem fîkirî dênê
- ełên zor xwêndinewey kêłî qebir, ebête hoy şit le fikir çûnewe.
- ełên yekê mîz bikate naw awî řawestawewe kem fîkir ebê.
- ełên eger yekê sêbeřoy hebû, şaxî ga bisûtênrê û têkeław be xwardinî bika û bîxwa, sêbeřokey le koł ekewê.
- ełên eger be zirawî ga her darêk bihenûn, ew dare kirim hełnahênê.
- ełên řeqêney pêy ga bisûtênrê û bihênrê be dem û dana danekan sipî ebnewe.
- ełên xwardinî şîrî mangay zerd, zerdiwêtî la eba, eger legeł doda bixurê bo nehêştinî mayesîrî başe.
- ełên zirawî bizin legeł «newşadir»da têkeław bikirê, le leşî însana ew şwêney ke mûy heye byanewê îtir mûy lê neyê, muwekan hełkenin lew ziraw û newşadrey lê bidrê, îtir mûy lê nayê.
- ełên be şîrî bizin leser kaẍez binûsrê xetekey dernakewê, bełam ke xołemêşî pêwekira, xeteke der’ekewêtewe.
- ełên eger tenrawî całcałoke bixrête ser tazebrînî teř û nayełê, xwênekey ewestênêtewe.
- ełên zîwê ke řengî têkçûbê tenrawî calcałokey pya bênin řeng hełdênêtewe.
- ełên miqnatîsî asnikêş ke «sîr»y lê nizîk xirayewe, ewa ew hêzî řakêşaney namênê, bełam ke be sirke bîhenûn hêzekey bo egeřêtewe.
- ełên ke ḧuştir çawî bikewê be estêrey sîweyl her xêra emrê.
- ełên tûkî ḧuştir bisûtênrê û bixrête ser ew şwêne ke xwênî nawestêtewe, îtir gurc xwêneke dewestêtewe.
- ełên jinî nezok eger moxî lulaqî ḧuştir bipêçênê be tozê lokewe ya xurîyewe le paş pakbûnewey le ḧeyz, sê řoj ew şafe hełbigrê û legeł mêrdekeya pêkewe dirust bibin sikî piř ebê.
- ełîn ne pyawî pîr binêre bo ker kiřîn, ne pyawî birsî binêre bo nan kiřîn, ne pyawî genc binêre bo jin xwastin. qisekeş eweye ke pyawe pîreke leber pîrî kerî çak û xirap lêk cya nakatewe, her ełê pêm le erz bibřê başe. birsîyekeş leber birsêtî nanî çak û xirap lêk cya nakatewe, her ełê sikim piř katewe çake. pyawe gencekeş leber çiłêsî jinî cwan û naşîrîn lêk nakatewe, her ełê her îşim cêbecê bibê her çon bê her başe!
- ełên eger pyaw řijd bû jinekey be azarewe direng minałî ebê!
- ełên yekê ełametî bê nafekî derpêkey xoy bigrê be agira û bonî bika ełametekey le koł ekewê.
- ełên jinî sikpiř eger řûy zerd û barîk bû ewe sikeke kuř ebê, eger geş û pan û poř bû, ewe kiç ebê.
- ełên minałî sawa eger koşî xoy girt û hełîdayewe ewe daway řojî eka bo dayk û bawkî.
- ełên minał ke le bêşkeda nebû bêşkekeyan řajend ew minałe jan eka.
- ełên çoleke û kêç le gundî «tewêłe»da nîye.
- ełên: yekê «zat alcinbErebî»y bû qirjał bipîşênê û lêy binê ya eykujê, ya çakî ekatewe.
- ełên yekê ke çawî bifřê, toze nanêkî bixate ser fiřînekey ewestêtewe.
- ełên mirîşk katê hêlke eka lew kateda ke hêlkeke le qingî der’eçê pêş ewe heway lê kewê ew hêlkeye ber her şitêk bikewê, we ya beser her şitêka bikewê wêney ew şite wer egrê!!
- ełên kerwêşk witûye her çwar pelim be gełî ew keybanuwe ke emnête ser qibûłîyewe!
- ełên eger mar temaşay zumurit bika kwêr ebê.
- ełên: eger yekê fişar «çiẍg» y hebû, bênê 60 denk «’enab» legeł mistî «catir»y wişk, (eger catrey teř nebû, egîna eger teřîş bû ewende bê ke eger wişk kirêtewe mistêk bigrêtewe) ser le êware bîkate naw xamêk û nizîkey pênc şeş pyałe awî têka, ta beyanî lenaw awekeda bimênêtewe be tewawî tam edatewe, îtir her lenaw ew aweda bimênêtewe emca bênê hemû nan xwardinêk îstikanêkî lê bixiwatewe etwanê çi dû sê řojîş her care ke îstikanekey lê exwatewe îstikanêkî tir awî tê katewe. ke ew jeme tewaw bû, dîsan her wekû witra jemêkî tir bigrêtewe, bem core maweyek leserî biřwa, zextekey namênê û le kołî ekewê.
- ełên eger yekê gwêy jan bika, pyaz bipîşênê, kokekey hêşta be tewawî sard nebûtewe, bînête naw kunî gwêy îtir janî namênê.
- ełên eger yekê gwêy hate jan, tozê «kere» be endazey kewiçk çayêk, tozê germî bika û bîkate nawî, çak ebêtewe.
- ełên eger yekê mîzî řane’egirt «beřû» bikułênê awekey bixiwatewe, we ya beřuweke be birjawî bixiwa, mîze cortikekey le koł ekewê.
- ełên yekêk eger derdî bełekî hebû be pêy pêxawis beher şwênêka biřwa ew şwên pêyey îtir gyay lê nařwî.
- ełên pyawî kwêr zor ḧez le jin eka û pyawî xesaw çawî zor tîje.
- yekê nexoşî şekirî hebê xoy bigrête xwardinî «şewer» (sêpeře) nexoşîyekey be tewawî lê ekewê.
- ełên kiç û jin bewe cya ekirêtewe; kiç ke heł’estê biřwa le pêşa pêy çepî pêş exa, jin pêy řastî pêş exa.
- ełên yekê sikî biçê be endazey îstikanê awî «pûnge» bixiwatewe le kołî ekewê, wate pûngeke eger teř bû awekey biguşin, eger wişk bû awî tê ken ewendey bikułênin ta awe saẍekey emênêtewe.
- ełên eger yekê sikî biçê nok bixiwa eywestênêtewe.
- ełên eger yekê dengî binûsê, fincanê qawey tał, řonî zengî tê bigrê û bîxwatewe dengekey bereła ebê.
- eger yekê dengî binûsê nok lenaw aw bikułênin û awekey bixiwatewe dengekey bereła ebê.
- ełên: eger yekê dengî binûsê kebabî çînî bixiwa dengekey bereła ebê. emeyan min xom taqîm kirdewe zor řast bû, biraym xan pêy witim.
- ełên: eger yekê birîndar bû, birînekey le goştida bû, mîzî mangay zerd bênin bîkułênin, ewende bikułê ta ebê be me’cûn, emca bîken be fitîle, eger birîneke kon bû, her lêy binên çak ebêtewe...
- ełên eger yekê tûşî sêbeřo bû «sîr» bênê wekû çon denk denke û denkekanî pêkewe nûsawin, lêkyan bikatewe, emca ew denkane be derzî kun kun bika, be corê ke kunekan dîwewdîw bibin, denkî çend kunê way tê bika, le wextî nûstina ew denkane qut bida yek dû şew wa bika sêbeřokey le koł ekewê.
- ełên bonkirdinî řeyḧane bo hełamet başe.
- ełên eger mar çawî be însanî řût bikewê lêy hełdê.
- ełên çay wişk legeł zerdêney hêlke bikirê be me’cûn û bikirê be şaf. ew kesey sikî eçê hełîgrê boy başe.
- ełên yekê wişkebîroy hebû lîmoy tirş be twêkłekeyewe beser yeka biguşrê û awekey bigîrê, sê îstikan lew awe bixiwatewe çak ebêtewe.
- ełên yekê nexoşî şekirî hebû nawkî xurma bihařêtewe wird wird, paşan wekû qawe lêy binê û bîxwatewe çak ebêtewe.
- ełên yekê her eřşayewe qoynaxî bidenê çak ebêtewe.
- ełên yekê pêkenîn bîgrê, seyrî nînokî xoy bika pêkenînekey la eçê.
- ełên lew kurdewarîye le awayî kake, segî řeş lûranî, ewe bełayek dêt beser ew awayyeda û segeke le dûrewe çawî lêye elûrênê ełê: le małî xawenekem dûr bêt ke beła hat û řûbeřûy ew nizîk kewtewe kilk egrê be naw gełya û be lûre eřwa û ełê: le xom be dûr bê!