kabrayek hebû fetalî naw bû kerêkî...
kabrayek hebû «fetal»y naw bû, kerêkî hebû eybate sine bîfroşê. eçête meydaneke cambazekan dewrî lê eden, be çend ne be çend, be pênc timen řê’ekewn, kabra ełê ke pênc timen bênê şeş dênê, le şeş timen kemtirî nadem. em la û ew la boy ekene şeş timen. emca kabra ełê ke şeş timen bênê ḧewtîş dênê, le ḧew timen kemtirî nadem. dîsan ebîtewe be hera û boy eken be ḧew timen. dîsan ełê ke ḧew timen bênê heştîş dênê, le heşt timen kemtirî nadem. be kurtî eçin ta de timen. kabra her řazî nabê û ełê ke ewende bênê ewendeş dênê, ewanîş lêy nakiřn û egeřêtewe. dête em la desteyekî tirî lî peyda ebê, ełên kereket be çend? ełê be de timen. ełên nayenê, be no timen, řazî ebê, yekêkî tir lew lawe ełê nayenê, be heşt timen, be heşt timen řazî ebê, kabray yekem ełê babe nayenê be ḧew timen. em řazî ebê û ewan řazî nabin. be kurtî her care timenêkî bo eşkênin ta eyhênnewe ser yek timen. ełê: «bênin timeneke, řîşî tema’karîkî wekû min her bo ewe başe biçê be qîngî cambazêkî wekû êweda, bem core biřoyn yekem car min kerekem bo mayewe êsta xoyşimim bo namênêtewe».