kabrayekî caf hebû îşî her dizîkirdin bû...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 5)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  651 Dîtin

kabrayekî caf hebû îşî her dizîkirdin bû, emca eçê le lay şêx kerîmî kirbiçne tobe eka û ebê be derwêşî. şêx pêy witbû îtir nabê dizî bikey. kabrakeyş çûbûs kewłî û îtir pê ne’ekira çarî nemabû. emca eçû be şew małekey xoy ebřî û eçû le derewe eyşardewe û le beyanya jin û mindał herayan lê heł’esta. ewîş eyut: «kenîşke meyken wegałe, min liẍawî ew şêxem le demaye natwanim biçme kelewer, xom hatgim birdigme.».