kabrayekî kurd tełaqî ekewê û eçête...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 5)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  559 Dîtin

kabrayekî kurd tełaqî ekewê û eçête lay şêx babe’elî tekyeyî le suleymanî, ełê: ya şêx hanam hawridgese dergaket tełaqim xwardige û mindałdarim. babe’elîş ełê çît wituwe? ełê: qurwan ke min witim we jinekem tełaqit kewtiwê ew witî şîř. babe ’elî ełê çon şîřêk? dirêj bû ya kurt? ełê: qurwan ne dirêj ne kurt? ełê etwanî bêłêt. ełê: bełê qurwan, dû sê şîřî lewêda pê lê eda, emca ełê etwanî jinekeşt bênî? ełê qurwan xas etwanim. ew eçê be şwên jinekeya.

lem lawe şêx babe’elî çend kesêk ko ekatewe û çaweřêy hatnewey kabra eken legeł jinekeya, emca dênewe, babe’elî le jineke epirsê ełê çon bû? jineş ełê qurwan em dewît bawke witî: her sê tełaqit kewtiwê minîş witim şîř gut xward, babe’elî lewêda dû sê şîřîş, kurt û dirêj, be jineke da’ehêłê û emca pêyan ełê biçnewe, madam şîřeke dirêj nebuwe tełaqeke nakewê, ewanîş ełên ey we qurwanit wîn.