taze şeřî yekem biřabowe kabrayekî...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 5)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  737 Dîtin

taze şeřî yekem biřabowe kabrayekî îngilîz le îngiltere qisey bo dostêkî ekird witî: kurdekan heta biłêyt pyawî çakin û xizmetî mîwan zor eken. her ke mîwanêk eçête nawyan eybene małewe pezêrayî lê eken, eyben bo geřan, eyben bo naw bax şitî xoşî edenê, ser û řûmetî maç eken, be şew le tenîşt xoyanewe eyniwênin, le ḧemama dest be hemû layekya dênin, eyşon be kurtî be hemû cor xizmetî eken. kabray dostî witî: ca to key çûyt bo kurdewarî ta em hemû newazşe bibînî? ewî tir witî: min xom neçûm. îmsał jinekem çûbû, hatewe gêrayewe.