le serdemî turkekana kabrayekî simêł...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 5)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 2 Xulek  774 Dîtin

le serdemî turkekana kabrayekî simêł babřî kurdî xełkî ew sere bo kasbî eçê bo estemûł, bełam kabra yekêkî kełemêrdî cwançak, le demedemî geřaneweya bo wiłat řojêk benaw kołanêka tê epeřê, jine dewłemendêkî mêrdifsir le serbanewe çawî pê ekewê û ezanê kabrayekî ẍerîbe, le diłî xoya ełê eger legeł em kabrayeda řêkewm be bê guman minałêkim ebê û be tewawî binc leser mał û miłkî mêrdekem da’ekewtim. karekerêk enêrê be şwênî pyawekeda û bangî eka û pêy ełê min ḧez ekem carê legeł toda dirust bibim, bełkû minałêkim bibê. kabray kurdey sałeha dûrkewtûy le mał wimnał wekû bareşarî hatbêtewe, wa ezanê û be taybetî jineke hendê pareşî edatê.

le wextî îşa kabra ełê: «xanim arezûy xote eger nîwey berim kuřeket ebê be yuzbaşî, eger hemûy berim ebê be binbaşî, îtir to kamet ewê arezûy xote». jine ełê dyare ḧez ekem bibê be binbaşî. kabra dest eka be îş, lew kateda jine -bilamanî- bayekî be dengî berz lê ber’ebêtewe. kabra ełê: «daxî giranim kuřeket be hîç guwêk nabê, tenha ewe nebê ke ebê be bořyejenî qişłe».