mela yeḧyay çurustanî boy gêřaynewe witî...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 5)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  553 Dîtin

mela yeḧyay çurustanî boy gêřaynewe witî:

eḧey kiřnû çûbû bo ḧec û geřabuwewe û geyştibuwe «tisin»y kerkûk. keşîdeyekî ḧacyanî leser bestibû, lew kateda le tisin mirdûyekyan lê mirdibû, birdibûyan bo ser qebran, pekyan kewtibû bo melayêk tełqînî bixiwênê, ke ḧacî eḧmed be wêda tê epeřê be melay ezanin, berokî egirin bo ewe tełqînî mirduwekeyan bo bixiwênê. ewîş xoy têk nada û eçête ser gořeke û bem core tełqînekey exwênê, ełê:

«kerkûkî îbin kerkûkî, xwardinit silq û yarkokî, ke ne kîrit dête ser, gwê tep nekey wekû ker, heste biłî tilî tilî. destim le destî şaqulî kifnim exeme ser milî, eçme ceḧenim ta binî, tełqîneket leber... botye xwênim, alilh akbirErebî». witim mela eme eger şi’re zor lenge. witî: «eḧey kiřnû be şi’rî azadî ewrûpî êste witûye xoy nebestotewe be wezin û qafyewe».