dîsan gêřayewe witî le serdemî sûr sûr...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 5)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  793 Dîtin

dîsan gêřayewe witî:

le serdemî sûr sûryekeda her em sałḧ şêreye wekû gełay dar cinêwî eda be sûrekan û serbarî eweş ser’ekewt bo lînîn û sitalîn. sûrekan çûne lay partîyekan le hewlêr, wityan êsta sałḧ şêre cinêw be ême eda ewa lêy nagrîn, bełam bo se ekewê cinêw be lenîn û sitalînîş eda? ême emey lê hełnagrîn.

le baregay partîyewe sałḧ şêreyan bang kird bo muḧakme û lêyan pirsî: to şitî wat wituwe? ewa sûrekanîş danîştûn, ewîş lebatî ewey biłê nemutuwe, witî bełî witûme. wityan ca çon şitî wa ełêyt? karit çîye beser ewanewe? witî: «biram eger yekê tûře bibê le yekê her haruhacî bika, pêy ełê segî segbab, eger bawke keran bawgaweket baş buwaye nacsinêkî wekû toy lê ne’ekewtewe. minîş her wam wituwe xo hîçî tirim newtuwe». wełła hemû dest eken be pêkenîn û wazî lê dênin.