pyawêk hebû le sine mewlûy naw bû...
Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 5)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
1 Xulek
640 Dîtin
pyawêk hebû le sine -mewlû- dirawsêkyan hebû «a esker»y naw bû. a’esker lewanebû çewrî eda le simêłî û eyut: çêştekeman çewr bû, be demîşyewe qurqêney dirozney lê eda. řojêk mewlû sebeteyek «sêf zewînî» ebirdewe bo małewe, ebuwaye be ber dergay małî a eskerîşa biçwayetewe, ney’ewîst a esker beme bizanê, serî sebetekey dapoşîbû ke bewêçda tê peřî, a esker le berdergada westabû lêy pirsî: «a mewlû ewe çes le naw ew seweteda datpoşîge?» mewlûyş ełê: «a esker ewe ew çites ke gerekme êwe nezanin çes».