ḧacî mela ’umerî çoman dû bizî gêřayewe...
ḧacî mela ’umerî çoman dû bizî gêřayewe, witî: sałî kulweke bû. efendîyek hatbû jare kulley hênabû. bew deştî hewlêreda egeřa. witî hate gundî girdesor. mamosta mela «şirîfî bişir» lewê mela bû we yekêk bû le mela çakekanî ew wiłate. efendî mamostay be gîr hêna pêy wit, mamosta çend estêre be asmanewe heye? ewîş witî nazanim. efendî witî min ezanim. em nazanmey mamosta way le mamosta kird be carê hemû şitêkî lê têkda û efendî be tewawî xoy qît kirdewe û be řastî le serewe bû. hemû carîş destî be simêłya dehêna ,eyut êwe hîç nazanin û herwa be xořayî hatûnete nawewe.
lew kateda kirmancêk hebû nawî ’ezîz bû, hat besera û seyrî kird mamosta zor ’acze be dest efendyekeyewe. witî mamosta ewe lo wa ḧaczî? witî wełła ḧezîz em efendye şiřî kirdîme. witî lo? witî pirsyarêkî way lê kirdîme nayzanim û ewîş derê min deyzanim, bewe be tewawî swarim buwe. ’ezîz witî mamosta etewê min weramî bidemewe? witî ca ḧezîz lo keyte? ’ezîz řûy kirde efendî witî, erê efendî ewe ew bestoreye çend berdî têdaye? efendî witî nazanim. ’ezîz witî: «ca efendî to le ḧerdî nezanî le asmanan kû dezanî?». efendî wişk bû, îtir hîç nehate qise. em serey ke dayxist berzî nekirdewe hesta lêyda řoyşit, emca ’ezîz kewte cinêwdan pêy.