mustefa ’umerî qa’miqamî zaxo hebû řoj...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 5)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  760 Dîtin

mustefa ’umer qa’miqamî zaxo bû, řojêk legeł řeşîdaẍay binemałey şemdînîda eçê bo geřanî nawçey zaxo. em geraney paş ewe ebê ke nizîkey heşt mangêk le zaxo emênêtewe. ke eçin tûşî gundêk ebin, epirsê em gunde hî kêye? řeşîd eẍa ełê hî ḧazim begî şemdînaẍaye. tûşî gundêkî tir ebin herweha, tûşî bera û řûbar û nawçeyek ebin dîsan epirsê û ewîş her ełê hî ḧazim bege. be kurtî tûşî her şitêk ebin lew wiłate řeşîd aẍa her ełê hî ḧazim bege. mistefa ’umerî le wizeya namênê û ełê eme zor seyre dar û berd û awî em wiłatî zaxoye hemûy her hî ḧazim bege? řeşîd aẍa ełê: «mistefa beg binemałey ḧazmaẍa nizîkey sed û penca sałe lem wiłateda xawen mułkin û dewłemend bûn, eger lemeş zyatryan hebê her keme. bełam seyrtir eweye ke cenabtan hêşta sałî besera nesûřawetewe ke bûn be qa’miqamî zaxo, êste biço le her çî geskider û derkewan û aşpez heye bipirse hemû her ełên ’umerîn».