serdar le bokan baxêkî nayabî hebû çwa...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 5)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  755 Dîtin

serdar le bokan baxêkî nayabî hebû, çwar dewrî be dîwar gîrabû. řojêk kabrayêk peyjeyek eba eçête naw baxekewe û dest eka be mêwe dizîn. lew kateda baxewaneke peyda ebê. emeyş xêra peyjeke exate ser şanî û ełê: «hey peyje!». kabray baxewan ełê kuře kabra ewe çî ekey lêre? ewîş ełê peyje efroşim. ełê peyje le baxî mina efroşî? ełê: «bira peyjey xome le her kwêyek eyfiroşim eyfiroşim».