lew serewe desteyek řêkewtin biçin bo ḧec...
Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 5)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
1 Xulek
727 Dîtin
lew sereye desteyek řêkewtin biçin bo ḧec, mamosta we’zî bo edan le nawendî we’zekeda witî, eger řêze berdî ḧeremî ke’be bikewête naw kewşî yekêkewe, ew řêze berde ewende le xwa epařêtewe û hawarî la eka ta eyxatewe şwênî xoy. yekêk le danîştuwanekan witî wa dyare ewende epařêtewe bestezmane ta gerûy dêtewe yek. mamosta witî řêze berd gerûy le kwê bû ta bête yek? boyeş way wit çunke qisekey be gałte pêkirdinewe zanî, kabraş witî: «ke wate mamosta eger gerûy nebê le kwê epařêtewe û hawar eka?»