seyd ḧesenî muftî le suleymanî eyewê jin...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 5)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 2 Xulek  804 Dîtin

seyd ḧesenî muftî le suleymanî eyewê jinêkî tir bênêt. le dwayya «ḧebe xan»y kiçî şêx ’elî ’ebabeyley bo edoznewe û řê ekewn, taqmê swar le suleymanîyewe eçin bo gwastinewey ḧebe xan. lew lawe swarey ’ebabeyleş legeł bûka dên bo suleymanî. şêx ’elîş pyawêkî nawdar û legeł mewlewîda zor dost bûn. mewlewîş leber ew dostayetîyey ke hebû û bo îḧtiramî şêxî ’elî legeł ḧebe xana dêt bo suleymanî. le řêgada ḧesenî amê hebû goynde û dengixoşî naw ew deste sware ebê. bełkû gwîndey ew dewre bû. řûy lê enên bo witin. ewîş be meqamî «ay ay» des eka be xwêndinî şi’rî mewlewî ke ew serdeme be şî’rî mela řeḧîmî nawî derkirdibû.

her ke ḧesenî amê des eka be witin. mewlewî leser wiłaẍekewe ḧałî lê dê û wekû baranî behar aw be çawya dête xwarewe. xełkeke emeyan pê naxoş ebê, çunke ewan bo şayî hatûn, ke çî êsta şayî bû be şên û giryan. eçin be ḧesen ełên babe îtir meyłê ba leme zyatir giryanî mewlewî şayyeke neka be şîwen. ḧesen bê deng ebê, bełam pêşî naxoş ebê ke wa gwîndeyekî wekû ew bo şitêkî wa bê deng bikirê. eçête bin destî mewlewyewe pêy ełê: «be qurbanit bim! min şî’rî to exwênmewe to bo çi egrî?» mewlewîş ełê: «be qurbanit bim! min key wa xoşim wituwe?»