şêx řeza carê eçête suleymanî benaw ko...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 5)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  889 Dîtin

şêx řeza carêk eçête suleymanî, benaw kołanêka tê epeřî çend afretêkî cwan û bedîmen le pêşewe ebin. şêx pêyan ełê: «xotan laden ba biřom çunke be naw jinana řoyştin kerahetî heye». yekê le afretekan ser û sewdadar ebê ełê: bełê başe şêx, bełam aya wextê ke hatye dinyawe le naw jinewe nehatît?

şêx ełê: «bełê, bełam wextê ke min le naw jinewe hatme derewe, wa bem core guşad nebû?»

kabrayek eçête lay kake ḧemedî suleymanî ełê: «qurban kołincim kirduwe. hatûm nûşteykim bo bikeyt, bełkû le kołim kewê, em mecîdyeşim hênawe bo ser qełemane». kake ḧemedîş bebê ewey hîç xoy têk bida dest eba mecîdyek exate ser mecîdîy kabra û pêy ełê: «kuřim biço bem dû mecîdîye suxmeyekî nawdar bikře û leberî ke, kołinceket le koł ekewê»