lew şarezûre le awayî bekirawa pyawêk...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 5)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 10 Xulek  958 Dîtin

lew şarezûre le awayî «bekirawa» pyawêkî zor be saman û be meřumałatî lê bû, nawbangî meřumałatekey ew nawey piř kirdibû. em pyawe wekû wecaxî kwêr bû. çirûkîyekeşî le zorî samanekey zyatir nawbangî derkirdibû. xwa mergî pişîley kwêrî bekirawayî eda bîtwanyaye pirzołenanêkî «doske» bekirawayî le xewa bibînyaye.

kake doske gelê şew û řoj û werzî besera hat, hîç nebû, kitupiř řojêk jine gîrxiwarduwekey be destîyewe, mirxî peřaye ser cerg û dił. mirxêkî wa ke diłî boy etwayewe we ya řastewřast biłêyn bêzûy ekird be sî û cigerewe. be doskey mêrdî wit pyaweke ewey řastî

bêzû ekem be sî wicerewe, ba gîskêk serbiřîn tozê le sî wicgerekey bixom, bełkû xwa mindałêkîşman bidatê. doske witî afret gîsk bo çi serbiřîn? em gîske sibeynê ebê be «çitîr» û eyfiroşîn, be parekey hezar kunî pê egrîn, xwa řêkî bixa sibey ya dû sibey eçim bo şar cerg û diłêk lewê ekiřim û eyhênmewe, ewende bixo ta le lûtit dêtewe.

doske bem core jinekey xafłan û le deme demî payîza berew şarî suleymanî be řêkewt bo sî û ciger kiřîn. çuwe ber dukanî qesab sî wicgerêkî konî çaw pê kewt, witî eme be çend? kabray qesab witî be dû qiřan, em witî be qiřanêk. kabray qesab be gałtewe pêy wit bira biço le kerkûk bîkře be qeranêk.

lem qiseye kabra gwêy ziringayewe, ledłî xoya witî bo çi neçim le kerkûk bîkiřim be qeranêk û qeranekey tirî hezar kunî pê egirim. pêy lê kird be pişta bo kerkûk. le paş çend řoj geyşte kerkûk, çuwe ber dukanî qesab bo kiřînî sî wicger, daneyekî be qenarekewe dî witî be çend? kabra witî be sê qeran, witî ewe çî ełêy to? le suleymanî eyanut dû qeran. kabray qesab witî ca ke wate biço bo mûsił lewê be dû metalîke. kabra le diłî xoya lêkî dayewe eger biçê bo musił em sî û cigere be dû metalîke bikřê, be dû metalêk le qeraneke, dû metalîkey tirî bo emênêtewe, hezar kunî pê egrê, way be baş zanî řwew mûsił be řêkewê. be řêkewt û le paş çend řojî tir geyşte mûsił. çuwe ber dukanî qesab û mamełey sî û cigerî kird, kabray qesab witî be çwar qeran. witî ewe to ełêy çî? le kerkûk eger keyfim lê bwaye be dû metalîk emkiřî. kabray qesab witî biço bo ḧeleb be metalîkêke bîkře û biçorewe! kabra qisekey be dił bû, witî eçim le ḧełeb eykiřim û metalîkekey tirî hezar kunî pê egirim. emca ḧełeb bigre û hatim.

demew řojawa bû geyşte naw şarî ḧełeb û hîç şwênêk şik naba ew şewey tya řoj bikatewe. be lay koşkêka řoyşit, penageyekî tyabû, witî îmşew le penagay em koşkeda řoj ekemewe û beyanî eçim sî û cigereke ekiřim û berew wiłat ebmewe. çû le bin dîwarekeda kizołey kird. zorî pê neçû kuřêkî lawî şox û şeng hat řûbeřûy derwazey koşkeke, lew kateda ke wîstî biçête jûrewe. çawî be tarmayyek kewt le bin dîwarî koşkekeda. hat be lay tarmayyekewe seyrî kird zelamêke kizołey kirduwe, witî: kabra to kêyt? witî qurban ẍerîbim taze řêm kewtote em şare, şewm besera hat, hîç şwênê şik nabem, emewê îmşew lem bin em dîware sitar bigirim û beyanî biçim be şwên îşî xomewe. kuře genceke witî biram em koşke małî mine, heste jûrewe, îmşew mêwanî min be û beyanî xwat legeł. kabra legełî çuwe jûrewe seyrî kird be řastî koşkêkî zor be tifaqe. jinêkî nazda hat be pîryanewe be demêkî be pêkenîn û řûyekî xoşewe le kuřekey pirsî, ew pyawe kêye legełta? kuře witî eme îmşew mîwanmane, jine ewendey tir řûy geşayewe û witî yaxwa bexêr bêt! kuřeş be pyawekey wit eme jinme. jine nanêkî başî dirust kird û her sêkyan nanyan xward. kabra seyrî kird her lew jûreda gořêkîşî lêye. eme serincî řakêşa, îcgar ke seyrî ekird em jin û pyawe le katî nan xwardinekeda seyrî gořeke eken û bizeyan lêwe dêt.

paş nan xwardin û hemû şitêk, jûrêk le tenîşt ew jûrewe bû, jineke nwênî bo kabray mîwan le wêda řaxist û kuřeke pêy wit kakî xom řengibê hîlak bît, biço ewe lew jûre nwên řaxrawe, biḧesêrewe binû. kabra çû leser nwênî xoy řakşa û her sê û dûy ew goř û bizeyey ekird. delaqeyek le jûreke dabû her dû jûrekey enûsan pêkewe, delaqeke řûy lem bû. zorî pê çû ya neçû, jin û pyawe layan wabû ke em xewî lê kewtuwe, emîş leber pejare û mandiwêtî dił, xew lêy torabû, hestî kird ewa kuřeke dû têłay hêna û be jinekey wit: «bikutîn û bîkeyn, ya bîkeyn û bikutîn?»û jine witî arezûy xote. lem lawe kabra ke çawî bew têłayane kewt û gwêy lew qiseye bû, be carê nawkî kewt û witî carêkî ke dyare min gyan dernabem, emane be nawî mîwanîyewe, boye îmşew minyan hêna û xizmetyan kirdim bimkujin. leber eme le şwênekey xoy qut bowe û neyzanî çî bika, derga û şiteş hemû daxrawe.

em lem pejareyeda bû seyrî kird kuře řast buwewe destêkî kirde gerdinî jineke û ałan beyeka, ewî ke pêwîst bû, arezûy diłyan leyek wergirt, paş ewe hestan her yeke yekê le têłakanyan hełgirt û çûne em la û ew lay gořekewe û be dar hatin be wêzey gořekeda ta şil bûn. paş ewe hatin lem lay gořekewe destyan kirde milî yek û nûstin.

kuřey mêwanî xew be çaw neçû, lem karesat û beserhate ewende waqî wiřma û ewendey tir kewte gêjawî sersamyewe. ew şewe be her cor bû řojî kirdewe, beyanî kuřey xanexoy ewî pêwîstî xizmet bû, dîsan legełyan be cê hêna û hate seruberî řoyştin. kabray mîwan witî: ey ew kesaney ke be xizmetkirdineketan şermezartan kirdim! min îmşew êwe agadar bûbin ya nebûbin karesatêkî wam le êwewe çaw pê kewt, êstaş bew nimekey ke lem małeda kirdûme lem małe naçme derewe ta buxçey em nihênyem bo nekenewe. kuřey xanexoy zerdexeneyekî kird û witî bo çi to agat le karesatî ême hebû? witî bełê. witî biram waz lewe bêne, to êste em małe małî xote, sałê le batî sed sał da’enîşî kes řayey ewey nakewê pêt biłê biřo. kabray mîwan witî derman řêga, řoyştine, min pyawêkî ẍerîbim be îş hatûm bo em wiłate, her ebê biřom, bełam ebê pêm biłên. kuřey xanexoy witî ke wate gwê bigre ta bot bigêrmewe. witî aw ew goře ke çawit lêye pyawêkî qesabî zor zor dewłemend û westay min bû, gelê şwankare û řanebêrey hebû. qesabekanî em şare bo qenarekanyan hemû keleşyan lew wer’egirt, le pareş heta biłêyt zorî hebû, ew jine nazdare ke êste leber çawte û şewê legeł mina bû, jinî ew bû, le jin û minała lewe zyatrî nebû, bełam legeł ew hemû samaneda ke heybû ne xoy têrî le nan exward û ne ew jine ahî sikî le pêxor eşka. kê yaray ewey hebû bitwanê pêy biłê pûlêkî nařewac bide be yekê. hemû arezû û koşşêkî kewtibuwe ser ewe her mał û saman ko katewe, jinî besezmanîş ke etut mange leber birsêtî û bê şitî wekû demedasî be lîmoy zerd awdirawî lê hatbû. ke îşî her dûkyan geyşte em şwêne, kitupiř kabra mird, hîç mîratgirî tirî nebû, min jinekeym mare kird û leser małekeyewe danîştim, bem core ke to bînît destiman kird be kameranî.

be řoj min eçim bo beserkirdinewey mał û mułk, êware ke dêmewe em jine bew core dêt be pîrmewe û yektirman le gyanî xoman xoştir ewê, paş ewe ke nan exoyn ew qiseye ke eykeyn û ełêyn «bikutîn û bîkeyn, ya bîkeyn û bikutîn», mebest eweye le pêşa dił le yek werbigrîn û emca bikewîne kutanî ew goře ke hî qesabî westay min û kone mêrdî ewe we ya le pêşa ew bikutînewe û paşan ême be diłî yek bigeyn. qebreke ekutîn ełêyn ewe derdit bê, małî xonexor bo çekmebore, to małî xotit nexward yekêkî tir eyxiwa, her leber çawî ewewe legeł jinekeya e’ałêyn beyeka, ełêyn be kwêrayî çawit, bo xot seyrî em ahengey ême bike. êsta ême leser ew samaney ew ke le katî xoya hîçî lê nexward, ewî şayanî jyanêkî şahanî bê, řay’ebwêrîn û çon diłman byewê wa ekeyn. eme bû be serguzeştî ême.

kabray mîwan le paş bîstinî em qise û beserhate tasêk birdyewe û kewte ’alemêkî tirewe. her hesta maławayî kird û witî zor supastan ekem. hate bazař maynêkî keḧîley kiřî, swarî bû be çwarnałewe berew bekirawa buwewe. be çend řojêkî zor kem geyştewe małewe, her le dûrewe bangî kird afret a ew meře pereke biden be zewîda û serîbiřn. jinekey le bîstinî em qiseye herwa ḧepesa, çunke eme doske nîye qisey wa bika. doske witî afret bo řamawî nan û xwanêkî baş dirust ke ta dêmewe.

danebezî çû bo naw řan, biře meřêkî lada û day be yekê le şwanekan, witî her be xêra byanbe bo şar byanfiroşe, parekey bide be ciluberg û nuqił û nebat, her zor zû werewe. şwaneş dîsan her ḧepesa. emca hatewe bo małewe û dabezî witî afret dewarêk hełden em deware ebê bibê be dîwaxan, nabê hîç jemêk ta min mawim bê mîwan bêt, toş ta mawît diłit çî ewê, bê diłî xot meke, mał û saman zore. jine witî: pyawe çî qewmawe min bo sî wicgere genîwêk eçûm be asmana, êste çîye? witî jine deng meke «to gê û min kut peyda buwe» ne to edem be qispa û ne xom edem be lê dan, qemterî şeytan le demma bû, ewa êste derhat û xwa derûy le her dûkman kirdewe. çî beserhat le em şar û ew şarî be şwên sî wicgerewe û le çawpêkewtinî karesatî taze mêrdî konejnî qesabewe û le darkarîkirdinî qebrî řeq û teqî kabray mał xonexorewe, hemûy bo gêřayewe û witî: ba ême waman beserney, ta mawîn xoman bîxoyn.