axir û oxrî sałî 1929 bû řêman kewte...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 5)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 5 Xulek  620 Dîtin

axir û oxrî sałî 1929 bû. řêman kewte «giłołan». giłołan gundêke le mukiryan, şwênî awayyeke deşt bû, lay serûy kêw bû, dinya sewzełanî bû, mizgewt û ḧewzî sera û medreseyekî başî lê bû, mela wehabî nicneyî mamosta û melay ewê bû, ser be şêxanî tewêłe bû. kwêxa simayl herçende kwêxay gundeke bû, bełam pyawêkî be desełat bû, şanî eda le şanî aẍa û begzadekanî ew nawe, dû kuřî minałî cwankeley hebû le dewruberî çwarde sałana, ême ke ḧefteyek lewê maynewe legeł kuřekana bûyn be řefîqêkî tewaw, daxî giranim nawekanim le bîr çuwetewe, gundî giłołanîş zyatir bû ew wexte le sed û penca małêk.

şayî bû le giłołan, bełam çon şayyek? şayyek bê hî begzadey dêbûkirî bê, ḧewt bûk lew şayyeda bigwêzrêtewe, ebê çon bê? ḧewt bûkî małe begzade, her çî aẍewat û begzadey dêbûkirî, feyzułła begî, menguř, mamş hebû řijabûne ew şayye. jine begzade û jine aẍewatî emane hemû le giłołan kobûnewe, jinanî mang řû, gişt piř ḧeya û be abřû. le binaẍeda aw û heway mukiryan berdîş cwan eka newek însan. emca cwanî le leşular û řûmetî afreta xoy derxa, afretîş hî mukiryan bê, hî begzade bê, hî şadî û zemawen bê, ebê çon bê?

em afretane be xerman le giłołana be cilî tafte û qeyfey zeřbeftewe kewtibûn, pyawanî begzadey hemû ew wiłate, hemû be miraxanî û şerwałî mawtî ’ecem, piştênî şałî ’ecem, xencerî mistu û mahî be kemerewe, şede û mişkî be serewe, tifengî canbêzar û sê tîr be şanewe, leser maynî ’erq le řextî zîw û zêřewe, axo ebê çon bûbê? we ya em afrete nazdare begzadane be kirasî kirêşey awełdamanewe, be piştênî peşmî seqzyanewe, be serupêçî sirkeyî wişkewe, be suxmey kemerzêřî taftewe, be ẍereqî ser û mil û suxme û kemer le ałtûnewe, bo ser şayî ḧew bûkî giłołan hatbin û dest biken be çawî mangida, axo ebê çon bûbin?

em ḧewt bûke dûy le begzadey dêbûkirîyewe le giłołan eçû bo feyzułła begî, sê le feyzułła begîyewe ehat bo giłolan, yekê le menguřewe, yekê bo mamş eçû, çil řoj şayî bû, çil řoj dehoł û zûřna eykuta, zořnajen le sabłax û seqiz û meraẍewe hatbûn, çil řoj řembazî swar û teqey tifengiçî bû, çil řoj hełpeřkê û řeşbełek bû, řîzî hełpeřkêy kuřanî mişkî beser û kiçanî kirêşe leber, ke řîzî le kořî řeşbełeka ewesta, etut estêrey zêřîney řoxî asmane, zirîngey tewqe ser û lagîre û şirîxey ser desmałî serçopîkêş ke têkeławî cîrey pence be xeney pence û şirawan ebû, eyda le diłî firîşte û ekewte xozga bo ewe ewîş nefsî bibwaye û bihatayete řîz. bełam ne’ehat her seyrî ekird. seyrî çawmestan, seyrî kiławlaran, seyrî begzade û xanmî dyaran, seyrî şayyekey çil řojî giłołan.

newek tenha aẍewat û aẍajnanî dêbûkirî kobûnewe, bełkû zor le danîştuwanî gundekanî mukiryanî řijabûne ew şayyewe, hîç şew û řojêk le sê hezar kes kemtir le giłołan nebû, hemû be cilî ał û waławe le layek hełpeřkê bû, le layek řembazî swaranî poşte û perdax bû, le layek kořî goranî û bestey mukiryanî bû, le layek destey çêştikeran sergermî nan dirustkirdnî ew ḧeşamete bûn, hemû řojê çil ta penca ser meř ekujrayewe, kê be kê bû. her řojê ta dû hezar take taranî û cûtey ’ecemî ew serdeme ekiraye şabaşî nazdaran û lawçakan, pîrî meyxaneş hatbuwe kořî çwarde sałanewe. heta penca semawerî heşt terxanîş lewlawe řîz kirabû.

nerme qirîwey dengî hełpeřkê, şeřî lûlêne legeł goy memkê, cîřey şibrewî kuřegelî mukirî, dengî benazî kiçî dêbûkirî, qirîwey serçopî eçemayewe, xêra tenîştî gil edayewe, emane hemû le dêy giłؤłan, çil şew û çil řoj eme bû ḧałyan. mela wehabî nicneyî ke mamostay giłołan bû leber em zemawen û řeşbełeke giłołanî becêhêşt û ta mawey ew çil řoje çû le dêy «ḧemamyan» danîşt, feqêkanî emeyan be hel zanî û ewan neçûn, mela şerîfî newbarî hebû ke yeke feqêy mela wehab bû, zortir serçopî ew hełpeřkê û řeşbełeke bedest ewewe bû. be řastî hełpeřkêş her bo ew hatbû.

ême ta ḧefteyek maynewe û le paşa giłołanman becêhêşt, paş çend maweyekî zor bîstim ew şayî çil řojey giłołan le paş şeş mangêk bû be matem, ew aẍewataney lewêda kobûnewe, hemû tûşî derbederî û małwêranî bûn.