mela eḧmedî lasûr le mukiryan melayekî...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 5)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  664 Dîtin

mela eḧmedî lasûr le mukiryan, melayekî benawbang û legeł eweş behoy şan û qołî xoyewe ejya hîç atacêkî be nanî melayetî ew wiłate nebû. «ḧerîq» şa’îrî be nawbang řojêk em mela eḧmedî lasûre îşêkî pê’ebê. yekê enêrê bo lay ke îşekey bo bika, bangêştinîşî bika bo lay xoy le serey ew şitaneda, ke eydatê «kałek» yişî bidatê, çunke melay lasûre bêstane kałekêkî nayabî hebû, ca kałek bêt û hî mukiryan bê û melay lasûr kirdibêtî, ebê çon kałekêk bêt? bełam ḧerîq ke dêt, mela kałekekey nadatê. ḧerîqîş emey bo enûsê:

mela we’dey be kałekda şikandî
xeyałêkî le diłda bû geyandî
eger emzanî karî toye lasûr
be lay řeşta be sûkî emtiřandî