le wiłatî şêxan û badînan feleyekî zor le...
lew wiłatî şêxan û badînan feleyekî zor lewê danîştibûn, hemû gundekan her fele bû. «mistiwaẍa» hebû le dewruberî amêdye. em mistiwaẍaye hemû deste û ’eşretekey her ewe bû ke le gundekey xoya bûn, felekanîş zyatir le sed gundyan hebû. mistiwaẍa ber berekanî ew hemû felaney ekird, herçend pelamaryan eda hîçyan pêne’ekira, ke pelamarî ewanî eda zyanêkî zorî lê edan û kuştarêkî firawanî lê ekirdin. gewrey em felaneş «marşem’un» bû.
gelî sał em dujminayetîye dirêjey kêşa, fele legeł mistiwaẍada hîçyan pênekira, le encama marşem’un witî, hemû lem wiłateda danîştûyn, em şeř û nakokîye ta key dirêje bikêşê le beynimana? çaktir bo her dû laman eweye aştî bikewête beynimanewe. hesta be xoy û sed swarêkî felewe hat bo małî mistiwaẍa û xizmetêkî baş kiran, le paş maweyek walî mûsił nardî be şwên mistiwaẍada û pêy wit: madam marşem’un hatuwe bo lay to û aştî kewtote beynimanewe, min ḧez ekem toyş biçît serê lew bidey û minîş dêm pêkewe eçîn bo ewey îtir ew dujminayetye binebiř bibê. mistiwaẍaş witî: başe.
emanîş be çend swarêkewe lêyanda řoyştin, ke marşem’un xeberî zanî, dîwaxanêkî gewrey hebû řazandyewe û pêşwazîyekî başîşî kirdin. marşem’un hejde kuřî tifeng be destî hebû, mistiwaẍa seyrî kird hejde tifengî tełê’e le naw dîwexanekeda be dîwara hełwasrawin û heryeke dû qetare fîşekeyan be sereweye û kuřekanîş lew lawe beřîz danîştûn, witî: marşem’un emane řengibê tifengî em kuřane bin? xwa her zyadyan ka û ’emryan dirêj ka. marşem’un witî: «bełê aẍa hî ewane, birya hejde nebûnaye û tenha yekêk bûnaye yekekeş wekû to bwaye».