ḧacî qadrî řûẍzayî hebû sałêk eçê bo...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 5)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 3 Xulek  992 Dîtin

ḧacî qadrî řûẍzayî hebû, sałêk eçê bo ḧec û le řêgada swarî ḧuştir ebê, paşan basî ḧuştir eka eygêřêtewe û ełê: ke çûm bo ḧec lew deştî ’erebistane ẍezewêkî xwayan hawird û nawyan na ḧuştir. ḧuştir, ḧuştir newu tawêrêk wu; milêkî pêç û qemç. ew sałe çûbûme dîwexanekey sey eḧmedî babe řesûł le suleymanî şitêkyan bo hawird pêyan ewt «nêrgele», şitêkî pêç pêçî pêwebû ,etut sûcemarî şarezûre. le batî ewe bikîfênê qorte qortî lêwe ehat, milî ew ḧuştireş lew marpêçe eçû. le batî ewe qorte qortî lêwe bê, boře bořî lêwe ehat. her ewende berzû etut çwar hesûnit xistigese ser yek. kawrayekî gulekey ’erebî legeławu her legeł pêy ewt «yix», xêra pixî ekird. kawra be minî wit bê swar we, minîş çûm swarî bûm, emca kawra pêy witewe «xîy», ewendem zanî ḧuştir kewte cûłe, bořeyekî kird, limozî tund kird le zewî, paşełî berz kirdewe û paşan her dû destî be dû cimgewe qut kirdewe, seyrim kird min kewtime şek û şok wa xerîkim řuwew ’asman eçim, we qewrekey ḧeme paşa agam le xom biřya. ke ḧuştir řast bowe min le beynî zewî û ’asmana wekû qutey mil nêrge kardûm lê hat. xêra pelamarim da tond destim girt we kopanekeyewe. ḧuştir milî wa dirêj, keçî kilkî etut kilkî marmêlkey biřyage.

ême mayne boreman hes, dest û qaçî her yeke kiławejnoyekyan hes, keçî ew dwawřawe wekû berçîẍî şikaw le dû lawe dest û qaçî eşkayewe. lew serewe wekû qewrekey bawe şaswar kewa beser girdekewe ewîş şitêk weser piştyewe û kawray fîqney ’ereb eyut eme dûgekeyesî. witim kuře kuçkî toy lê newarê dûg wa le dwawe, xo hîç newê min meře perekey xomanim dîge, dûgekey weser qingya şoř bûgesewe, to şêt bûgît êjî ewe dûgyesî. min firem wit û ew firey wit, hîç neçû we gwêçkeya. dû gwê biçkoley wekû gwêçke mişkî hebû, kawêjî ekird wekû ga, keçî pişqilî ekird wekû bizin. ey berdit lê newarê bo de’bay wa. xo lew serewe min zîřem kird û xwa bika ewî dujminîşte tûşî ẍezewî wa newê. bo çi emwêra cîqe bikem. kawray fîqneş her pêy ewtim xałe ḧacî wa nizîk bûgîtewe le xwa, ke çûyte «kawe» betewawî eçête małî xwa, witim to bira beła le xot û lem nizîkbûnewe û le małê xwatda, eger emcare řizgarim bû lem ẍezewî xwaye û be saẍî geyştimewe jêr dewarekey deştî şarezûr, carêkî ke min wêt û towe, bikem gûy wa nexomewe.