mela yusif hebû lew serşîwî seqze...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 5)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  813 Dîtin

mela yusif hebû lew serşîwî seqze, maşełła zor zor naşîrîn bû, jinêkîşî hebû mela jin pîrozî naw bû. mela jin pîroz le cwanî û şoxîda le hemû serşîwî seqzida nawî derkirdibû, legeł em cwanyeşya bo azayî û şajnî her be pence nîşan edra, mela yusif ewendey xoş ewîst meger her mela jin pîrozî lew xoştir wîstaye. mela jin pîrozîş her nexwêndewar bû. mela jin pîrozîş seyrî mela yusfî mêrdî eka û çawî lê natrukênê. mela yusif ełê: mela jin ewe bo çi wa be kuł seyrim ekey? mela jin pîroz ełê: «bawkî miḧemed, ezanim xwa her dûkman exate beheşt û lewêşa her pêkewe ebîn». ełê çon? be çya ezanî? ełê: to leser şukir kirdinit be min, minîş leser seyr kirdinim be to. xwa cezay şukir û cezay sebir herdûkî edatewe.